Ji kurtefîlmê “Dilop”ê fragman hat

Rojên şewba coronayê wekî her qadên jiyanê, bandorê li sektora sînemayê jî dike û ji ber vê nesaxiyê, gelek derhêner projeyên xwe ji bo demekê rawestandin an jî fîlmên xwe di malên xwe de dikişînin. Derhênerê xelatgirtî yê kurd Alî Kemal Çinar jî di rojên karantînayê de, di mala xwe de kurtefîlmeke bi navê “Dilop” kişand û fragmana kurtefîlmê xwe li ser kanala xwe ya Youtubeê weşand.

Derhêner li ser hesabê xwe yê twitterê eşkere kir ku, di vê demên karantînayê de wî kurtefîlm û rêzefîlman bikişîne û di ser qadên dîjîtal de parve bike. Derhêner Alî Kemal Çinar, di mala xwe de kurtefîlmekî bi navê “Dilop” kişand û fragmana wê jî li ser kanala xwe ya Youtubeê weşand. Fîlmê “Dilop” li ser rojên karantînayê disekine û di vê rewşê de jiyana rojane ya malbetekê nîşan dide.

Derhênerê xelatgir ê kurd Alî Kemal Çinar bi fîlmên dirêj ên xwe yên; “Kurte Film” (2013), “Veşartî” (2015), “Gênco” (2017), “Navber” ve tê naskirin. Derhêner Çinar belgefîlmekî bi navê “Bajar” (2010) û gelek kurtefîlman kişandine û li festîvalan fîlman xelat girtine. Fîlmê metrajdirêj ê dawî yê bi navê “Di Navberê de” (2018) yê Alî Kemal Çinarî, ji bo temaşevanên sînemayê, li ser kanala Youtubeê hatibû weşandin û fîlm, li bernameya 38’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê di beşa berhevoka derveyî pêşbirkê de hatibû nîşandan.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: