Ji kurtefîlmê “Kûsî Jî Dixeyîdin” fragmana yekem hate weşandin
Kurtefîlmê “Kûsî Jî Dixeyîdin” ji aliyê şanogerê kurd Sedat Bariş ve hatî nivîsîn û kêşandin ku tê de Rûken Bekalp û Hasan Cansû weke serlîstikvan lîstine. Fragmana ewil a kurtefîlmê “Kûsî Jî Dixeyîdin” li ser medyaya civakî ya Facebook a Kayy-Derê hate weşandin.
“Kûsî Jî Dixeyîdin” bi çêkerîya Kargehên Hunerî yên Kayy-Derê li herêma Gelîyê Perîyê hate kişandin û qala çîroka du heyranên derhêner, lîstikvan û senarîstê navdar ê kurd Yilmaz Guneyî dike. Hate ragihandin ku fîlm dê beşdarî li festîvalên fîlman bibe û bi pêşandaneke galayê derbikeve li pêşberî temaşevanan.
Di kurtefîlmê de ligel xwezaya bedew a Gelîyê Perîyê (Di navbera navçe û gundewarên Xolxol (Yayladere), Çikan, Zênan (Zeynelli) û Hergep (Bilekkaya) de), jiyana mirovan û pirsgirêkên herêmê bi zimanekî sade û eşkere derdikevin ser perdeyê û li pêşberî temeşavanan.
Derhêner û şanogerê kurd Sedat Bariş Kanîreşa Çewlîgê hatiye dinê û di sala 1997ê de li Stenbolê bi cih bûye. Bariş perwerdehîyên şano, wêneyê dîtine û 6 sal di koma Navenda Çanda Mezopotamyayê de xebitiye. Di sala 2009ê de li Amedê bi cih bûye û di gelek rêzefîlm û fîlmên sînemayê de derhênerîya hunerê kirine. Li ser sînemayê dixebite û kurtefîlmê wî yê bi navê “Pîye Min” (Toz Şeker, 2016) li bernameya gelek festîvalên fîlman hate nîşandayîn.*
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com