Ji kurtefîlmê “Navnîşan” wêneya nû hate weşandin

Kurtefîlmê bi Kurdî “Navnîşan” (The Address, 2022) ji aliyê derhêner û lîstikvanê kurd Aram Dildar ve hate kişandin û tê de Ahmet Akman, Ronî Dildar û Erdal Kaya lîstine. Ji kurtefîlmê wêneya nû li ser instagrama fîlmê hate parvekirin.

Senayoya kurtefîlmê “Navnîşan” Aram Dildar bi xwe nivîsiye û sewyana (afîş) fîlmê jî di meha Avrêlê de li ser twittera pargîdanîya Kyklops Postproductionê hatibû weşandin.

Derhêner û lîstikvanê kurd Aram Dildar, di sala 1990ê de li bajarê Êlihê (Batman) hate dinê û di gelek komên şanoyê de cih girt. Li beşa Radyo, TV û Sînemayê ya Zanîngeha Marmarayê xwend, bi fîlmê “Press” (2010) cara yekem di fîlmekî metraj dirêj de lîst, derhênerîya kurtefîlmên; “Binevş” (2009), “Da”(2015), “Hazirîyek Bo Derengmayînê” (2018) kirin, di hin fîlman de weke alîkarê derhênerê xebitî. Derhêner, di gelek televîzyonên neteweyî û navneteweyî de derhênerî û alîkarê derhênerîya bernameyan kirine. Dildar, di fîlmên “Mûsa” (2012), “Adem Başaran” (2013) û “Biryareke Zor” (2017) de lîstin, fîlmên wî beşdarî li bernameya gelek festîvalên fîlman ên neteweyî bûn.*

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: