Ji kurterêzefîlmê “The Continental: From the World of John Wick”ê fragmana nû hate weşandin

Kurterêzefîlmê “The Continental: From the World of John Wick” li hotêla The Continentalê derbas dibe ku li seranserê cîhanê şaxên wê hene û ji alîyê gelek kujer ên cîhana nepenî ve tê ziyaretkirin. Ji kurterêzefîlmê fragmana nû hate weşandin.

“The Continental: From the World of John Wick” bi derhênerîya Albert Hughes, Charlotte Brandstromê û bi afirînerîya Greg Coolidge, Shawn Simmons, Kirk Wardî tê kêşandin, senaryoya rêzefîlmê jî Greg Coolidge, La Shawn Simmons, Kirk Ward ,Chris Collins, Ken Kristensen, Derek Kolstad bi hev re dinivîsînin. 

Hate eşkerekirin ku kurterêzefîlmê nû dê di dîroka 22yê meha Îlonê de li ser Televîzyona Peacockê ya DYAyê derbikeve li pêşberî temaşevanan ku tê de lîstikvanên wekî Colin Woodell, Mel Gibson, Hubert Point-Du Jour, Jessica Allain, Mishel Prada, Nhung Kate, Ben Robson, Peter Greene, Ayomide Adegun, Jeremy Bobb, Katie McGrath, Ray McKinnon, Adam Shapiro, Mark Musashi, Marina Mezepa cî digirin.

Beşên kurterêzefîlmê “The Continental: From the World of John Wick” dê li ser Televîzyona Peacockê bêne weşandin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: