Ji “Napoleon”ê fragmanake nû hate weşandin

Fîlmê derhênerê navdar Ridley Scottî yê “Napoleon” behsa jiyana fermandar û siyasetvanê frensiz Napoleon Bonapartî dike û tê de Joaquin Phoenix bi rola Napoleon Bonapart û Vanessa Kirby bi rola şahbanû Joséphine ve weke serlîstikvan cî digirin. Hate ragihandin ku fîlm dê di 24ê meha Mijdarê de bikeve vîzyonê û ji fîlmê fragmanake nû hate weşandin.

Senaryoya fîlmê “Napoleon”ê David Scarpa nivîsîye û lîstikvanên wekî Ben Miles, Matthew Needham, Tahar Rahim, Youssef Kerkour û Phil Cornwel jî di fîlmê de lîstine. “Napoleon” di heman demê de duyemîn fîlm e ku lîstikvanê navdar ê sînemayê Joaquin Phoenix û derhêner Ridley Scott bi hev re li ser xebitîne. 

Fîlm, bi çêkerîya Mark Huffam, Kevin J. Walshî û bi çêkerîya hevpar ên Winston Azzopardi, Raymond Kirk û Janine Modderî hatiye kêşandin û Aidan Elliott jî tê de weke çêkerê birêveber cî girtiye. “Napoleon”  wê di 24ê meha Mijdarê de bikeve vîzyonê û pişt re jî dê li ser platforma dîjîtal a Apple TV+yê derbikeve li pêşberî temaşevanan. Fragmana yekem a fîlmê di meha Tîrmehê de hatibû parvekirin.

Derhênerê hoste Ridley Scott xelatên Oscar, BAFTA û Golden Globeyê girtine û bi gelek fîlmên xwe yên wekî “Alien”, “Gladiator”, “Blade Runner”, “The Martian”, “Kingdom Of Heaven”, “Robin Hood” , “A Good Year”, “Prometheus”, “Thelma & Louise”, “Hanibal”, “Black Hawk Down”, “Matchstick Men”, “Exodus: Gods and Kings”, “American Gangster”, “House of Gucci” ve tê naskirin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d