Ji Nar Sanatê nîşandayîna fîlmên Îranê

Komeleya Nar Sanatê her mehê li Dîlokê nîşandayîna fîlman li dar dixe. Di bernameya Cotmehê ya Nar Sanatê de 4 fîlmên Îranê wê bi dirûşmê “Ji bo jinên porê wan bi serhildêrî direqisin” derbikevin li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Komeleyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî re nivîsîye, “Em jinên îranî ku bi rojan e têne kuştin, îşkenceyê dibînin, rastî şîdetê tên û ligel hemû zordarî jî berxwedana xwe didomînin silav dikin.”

Fîlmên bernameyê dê di saet 19:00 de li Komeleya Nar Sanatê bêpere bêne nîşandayîn. Navnîşana komeleyê: Taxa Akyol, Kuçeya Beyaz Mehmet No: 12, Dîlok.

Bernameya meha Cotmehê ya Nar Sanatê:

“Xelek” (2000) / Derhêner: Cafer Penahî – 7ê Cotmehê bû

“Persepolis” (2007) / Derhêner: Marjane Satrapi – 14ê Cotmehê

“Dema ez bûm jin” (2004) / Derhêner: Merziye Meşkînî – 21ê Cotmehê

“Sêv” (1998) / Derhêner: Semîra Mexmelbaf – 28ê Cotmehê

Çavkanîya nûçeyê: Diyarname

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir