Ji Neftlix û Un Womanê: Berhevoka Fîlman a 8’ê Adarê

Platforma Dîjîtal Netflix û Un Woman (Yekîtiya Wekheviya Zayendî ya Civakî û Hêzdarkirina Jinan ya Neteweyên Yekbûyî) ji bo pîrozbahiya “8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê” berhevokeke fîlman amadekirin. 

Li gorî nûçeya ku di malpera Kovara Sînemayê Altyazı’yê de cih digire, Netflix û Un Woman ji bo pîrozbahiya “8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê” berhevokeke fîlman a bi sernavê “Because She Watched” (Ji ber ku Ew Temaşekir) amadekirin û tê de; rêzefîlm, fîlm û belgefîlman henin. Temaşevanên sînemayê dikarin berhevoka fîlman ku ji gelek fîlmên sînemavanên jinan ve pêk tê, li platforma Netflixê gişê salê temaşe bikin.

Kuratorên berhevoka fîlman, kedkarên sînemavanên jinan in û di pêvajoya amadekirina bernameya fîlman de alîkariya lîstikvanên navdar ên wekî Sophia Loren, Salma Hayek û Beren Saat jî cih girtine.

Hin fîlmên ku di berhevoka fîlman a bi navê “Ji ber ku Ew Temaşekir” wisa ne; “Bird Box” (2018), “Orange Is the New Black” (2013-2019), “Marriage Story” (2019), “Silence of the Lambs”(1991), “Frances Ha” (2012), “House of Cards” (2013-2018), “Queer Eye” (2018), “The Crown” (2016), “Gravity” (2013), “Roma” (2018), “Paris Is Burning” (1990).

Cîgira Serokê Un Woman a Anita Bhatia di derbarê armanca projeyê de axaft û bal kişand li ser mijara temsîla jinan ên di civakê û sînemayê de.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: