Ji Netflixê rêzebelgefîlmê “Pandemic”
Platforma dîjîtal a Netflixê, rêzebelgefîlmekî bi navê “Pandemic: How to Prevent an Outbreak” weşandin. Rêzefîlmê “Pandemic”ê li ser mijara vîrusên wekî Coronayê disekine û qala pêvajoya amadehîyên mirovan dike.
Di rêzebelgefîlmê “Pandemic” de komeke zanyar, ji bo rewestandina vîrusa giloverî dixebitin û li ser cureyên nesaxiya grîpê û hin mûtasyonên wê lêkolînên wan didome. Di belgefîlmê de, bal dikişînin li ser van vîrusên giloverî û di der barê pêleke nû ya vîrûsê de agahîyan didin û dibêjin ku van vîrusan dê di heywanan de jî bibe.
Belgefîlm, li ser mijara vîrusên wekî Coronayê ku li seranserê belavbûne, disekine û qala pêvajoya amadehîyên mirovan dike. Ji mirovan re dibêje; li dijî van vîrûsan “Divê em her tim bi amadehî bibin”. Temaşevan dikarin rêzebelgefîlmê “Pandemic: How to Prevent an Outbreak” li ser platforma dîjîtal a Netflixê temaşe bikin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com