Ji Pera Filmê bernameya “Hefteya Rûmetê”

Pera Filmê her sal bi bernameyeke taybet a fîlman “Hefteya Rûmetê” pîroz dikin û îsal jî berhevoka fîlman amade kirine. Berhevoka bi navê “Rêhevaltî Weke Qadeke Berxwedanê” (Bir Direniş Alanı Olarak Yoldaşlık) ji çar fîlman pêk tê ku di navbera 24ê Pûşberê û 8ê meha Tîrmehê de bêpere bêne nîşandayîn.

Di berhevoka fîlman de gelek fîlmên ku li çarçoveya festîvalên fîlman ên navneteweyî hatine nîşandan derdikevin li pêşberî sînemahezan. Çar fîlmên bernameyê li ser rêwîtî û çîrokên karakterên kuirê disekinin û jiyanên wan tînin li ber perdeya sînemayê.

Fîlmên bernameya “Rêhevaltî Weke Qadeke Berxwedanê”:

Joven y Alocada – Derhêner: Marialy Rivas (2012)

Swing Ride – Derhêner: Chiara Bellosi (2022)

How The Room Felt – Derhêner: Ketevan Kapanadze (2021)

Três Tigres Tristes – Derhêner: Gustavo Vinagre (Xelata Teddyê ya Festîvala Fîlman a Berlînê, 2022)

Ji bo agahî û bernameyê: peramuzesi.org

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: