Ji Podcast Kurdî, podcastek li ser “Rêbaza Azad a Brîtanyayê”
Nivîskar, lîstikvan û lêkolînera sînemayê Fatoş Yildiz ji bo bernameya Kadraja Kurdî ya Podcast Kurdî, li ser sînemaya derhêner û şanogerê ingîlîz Lindsay Andersonî û di derbarê rêbaza azad a Brîtanyayê de podcastek amade kiriye.
Nivîsakar, lîstikvan û lêkolînera sînemayê Fatoş Yildiz, ji bo bernameya Kadraja Kurdî ya Podcast Kurdî, Podcasteke bi navê “Rêbaza Azad di Sînemaya Brîtanyayê de” amade kiriye û nivîskar, di podcasta nû de li ser sînemaya derhêner û şanogerê ingîlîz Lindsay Andersonî disekine û ji bo guhdêran di derbarê rêbaza azad ku di salên 1950an de li Brîtanyayê xwe nîşan dide, agahîyan dide.
Nivîskar, lîstikvan û lêkolînera sînemayê Fatoş Yildiz, bi giştî li ser hunerê dixebite û ji bo Podcast Kurdî, di bernameya Kadraja Kurdî de heta niha podcastên bi navê “Sînema, Dîroka Sînemayê û Kurd” û “Derhêner Alî Kemal Çinar”, “Godard û Rêbaza Sînemaya Nûjen ya Fransayê” û “Realîzma nû û sînemaya Îtalyayê” amadekirin. Di kovarên çand û huner ên bi Kurdî de nivîsên wê hatin weşandin.
Podcast Kurdî di dîroka 21’ê Adarê de dest bi weşanê kir û di gelek mijaran de popcastên bi Kurdî amade dikin û diweşînin.
Nûçe – Sînemaya Sînemaya – www.sinemayaserbixwe.com