Ji Podcast Kurdî, podcastek li ser sînemaya Jean-Luc Godard

Nivîskara sînemayê Fatoş Yildiz ji bo Podcast Kurdî, li ser sînemaya Fransayê û sînemageriya derhênerê navdar ê fransî Jean-Luc Godard podcastek amade kiriye.

Ji bo lînka podcastê:

Nivîsakara sînemayê Fatoş Yildiz, ji bo Podcast Kurdî, di bernameya Kadraja Kurdî de der barê qonaxên sînemaya Fransayê û sînemageriya derhênerê navdar ê fransî Jean-Luc Godard, bi navê “Godard û Rêbaza Sînemaya Nûjen ya Fransayê” podcastek amade kiriye.

Fatoş Yildiz, bi giştî li ser hunerê dixebite û ji bo Podcast Kurdî, di bernameya Kadraja Kurdî de podcastên bi navê “Sînema, Dîroka Sînemayê û Kurd” û “Derhêner Alî Kemal Çinar” amadekiribû. Di kovarên çand û huner ên bi kurdî de nivîsên wê hatin weşandin.

Podcast Kurdî di dîroka 21’ê Adarê de dest bi weşanê kir û li ser gelek mijarê popcastên bi kurdî amade dikin û diweşînin. Di ser weşana Podcast Kurdî mehek derbas bû û Podcast Kurdî li ser hesabê medyaya civakî eşkere kirin ku heta niha ji zêdetirî 11 hezar kesan li podcastên Podcast Kurdî guhdar kirine.

Nûçe – Sînemaya Sînemaya – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: