Ji Popcast Kurdî, podcastek li ser serpêhatiya sînemaya Alî Kemal Çinar

Nivîskara sînemayê Fatoş Yildiz ji bo Podcast Kurdî bi derhênerê kurd Alî Kemal Çinar podcastek li ser sînemaya wî çêkiriye û ji Kadraja Kurdîyê, serpêhatiya sînemayê ya Çinar ji bo guhdaran amadekiriye.

Ji bo lînka Podcastê:

Derhênerê xelatgir ê kurd Alî Kemal Çinar bi fîlmên dirêj ên xwe yên; “Kurte Film” (2013), “Veşartî” (2015), “Gênco” (2017), “Navber” ve tê naskirin. Çinar belgefîlmeke bi navê “Bajar” (2010) û gelek kurtefîlman kişandine û li festîvalan fîlman xelat girtine.

Podcast Kurdî di dîroka 21’ê Adarê de dest bi weşanê kir û di gelek mijaran de popcastên bi Kurdî amade dikin û diweşînin.

Fatoş Yildiz bi giştî li ser hunerê dixebite û di meha Adarê de li Podcast Kurdîyê podcasteke bi navê “Sînema, Dîroka Sînemayê û Kurd” amadekiribû û di kovarên çand û huner ên bi Kurdî de nivîsên wê hatin weşandin.

Nûçe – Sînemaya Sînemaya – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir