Ji rêzefîlmê “Away”ê fragmana yekem hat
Ji rêzefîlma pevxistina zanistî ya bi navê “Away” ku qala rêwîtiya gerstêrka Marsê dike, fragmana yekem hat weşandin û serlîstikvana rêzefîlmê Hillary Swank e.
Rêzefîlma pevxistina zanistî “Away”ê ji bo platforma dîjîtal a Netflixê tê kişandin û qala gerstêrka sor a Marsê dike û rêwîtî û kifşkirina gerstêrkê nîşanî temaşevanan dide. Ji rêzefîlma “Away”ê ya derhêner Roman Whiteyî fragmana yekem li ser Youtubeê hat weşandin û tê de lîstikvanên wekî; Hilary Swank, Vivian Wu, Monique Curnen û Mark Ivanir jî dilîzin.
Afirînera rêzefîlmê Jessica Goldberg e û senaryoya wê jî; Kali Bailey, Alan Powell, Gabe Vasquez dinivîsin. Hat ragihandin ku beşa yekem a rêzefîlmê di dîroka 4’ê Îlonê 2020 li ser platforma Netlixê bête weşandin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com