Ji rêzefîlmê “Foundation”ê fragmaneke nû hat
Rezefîlmê “Foundation” ji berhema Isaac Asimovî ji bo platforma dîjîtal a Apple TV+yê kişandin û ji fîlmê vîdyoya yekem li ser Youtubeê weşandin.
Rêzefîlmê “Foundation” ji berhemên rêzeya Weqif ên nivîskarê pevxistina zanistî ya Isaac Asimovî ji bo platforma dîjîtal a Apple TV+’yê tê kişandin û ji rêzefîlmê vîdyoyeke nû li ser Youtubeê weşandin.
Li gorî nûçeya ku di malpera kovara sînemayê Altyazı’de cih digire, ji rêzefîlmeke pevxistina zanistî ya bi navê “Foundation”ê fragmaneke nû hat weşandin. Hat ragihandin ku fîlmê “Foundation‘”ê ku ji romana Isaac Asimovî ji bo platforma dîjîtal lê hatiye anîn, dê di sala 2021’ê de li Apple TV+yê derbikeve li pêşberî temaşevanan.
Rêzefîlmê pevxistina zanistî “Foundation‘ê ku ji aliyê David S. Goyer û Josh Friedman ve hatiye kişandin û qala bûyerên ku piştî pelişîna şahînşahiya Galaktîkê dike û pêvajoya parastina zanistê û ji nû ve avakarina şarîstaniyê nîşan dide. Di nava rêzefîlmê de lîstikvanên wekî Jared Harris, Laura Birn, Cassian jî lîstine. Fragmana rêzefîlmê heta niha ji zêdetirî bi deh milyonan kesî ve hatiye temaşe kirin û wêneyên wê gelek balkêş in.
Nivîskarê hoste Isaac Asimovî bi Qanûnê Sê Robot û berhemên xwe yên ku li ser pevxistina zanistî hatine nivîsandin, ve tê naskirin. Rêzeya Weqifa a Asimovî li Xelatên Hugoyê xelata ‘Rêzeya Baştirîn a Hemû Deman” girtibû. Star Wars, gelek fîlm û rêzefîlman ji romana “Foundation”ê îlhama xwe girtine.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com