Ji rêzefîlmê “Monarch: Legacy of Monsters”ê wêneyên ewil hatin weşandin

“Monarch: Legacy of Monsters” bi afirînerîya Matt Fraction (Hawkeye) û Chris Blackî tê kêşandin û ji rêzefîlmê wêneyên ewil hatin parvekirin. Rêzefîlmê nû yê platforma Apple TV+yê di gerdûna Monsterverseyê de derbas dibe ku ji çîrokên fîlmên “Godzilla” (2014), “Godzilla: King of the Monsters” (2019), “Kong: Skull Island” (2017) û “Godzilla vs. Kong” (2021) pêk tê.

Dîroka nîşandayînê ya rêzefîlmê “Monarch: Legacy of Monsters”ê hê nehatiye eşkerekirin û ji bilî rêzefîlmê nû, fîlmê “Godzilla x Kong: The New Empire” jî bi gerdûna Monsterverseyê ve girêdayî ye ku dê di sala bê de bikeve vîzyonê.

Rêzefîlm, li ser şerê navbera Godzilla û Tîtanîyan disekine. Du bira, li pey raza Monarchê dikevin, di rêwîtîyê de rastî cîhaneke cinawiran û mêrekî bi navê Lee Shawî tên.

Du beşên ewil ên rêzefîlmê, ji alîyê derhêner Matt Shakman ve têne kêşandin û lîstikvanên wekî Kurt Russel, Anna Sawai, Kiersey Clemons, Mari Yamamoto, Anders Holm, Ren Watabe, Joe Tippett, Wyat Russel, Christopher Heyerdahl, Mari Yamamoto, Elisa Lasowski û Qyoko Kudo jî di tê de dilîzin. Hate ragihandin ku “Monarch: Legacy of Monsters” bi budceyeke mezin tê kişandin.

Di salên dawî de,  rêzefîlmên “Hijack” û “Silo” yên platforma dîjîtal a Apple TV+yê balê dikişînin ser xwe.

Çavkanî: Collider

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir