Ji rêzefîlmê “The Rings of Power” yekem fragmana dirêj hate weşandin
Rêzefîlmê “The Lord of the Rings: The Rings of Power”ê ku ji fîlmê sînemayê yê navdar ê “The Lord of the Rings” (2001) îlhama xwe digire di meha Îlona 2022yê de derdikeve li pêşberî temeşavanan. Ji rêzefîlmê yekem fragmana dirêj li ser youtubeê hate weşandin.
Li gorî nûçeya ku di malpera Gazete Duvarê de cih digire, navê beşa yekem a rêzefîlmê “Shadow of the Past” e û rêzefîlmê herî biha yê dîroka televîzyonê ye ku budçeya “The Lord of the Rings: The Rings of Power”ê jî 1 milyar dolar e. Di rêzefîlmê nû de lîstikvanên wekî; Peter Mullan, Cynthia Addai-Robinson, Nazanin Boniadi, Benjamin Walker, Morfydd Clark, Ismael Cruz Cordova, Robert Aramayo û Augustus Prew dilîzin.
Rêzefîlmê “The Lord of the Rings: The Rings of Power”ê ku ji fîlmê sînemayê yê navdar ê “The Lord of the Rings”ê (2001) îlhama xwe girtiye dê di meha Îlona 2022yê de bê weşandin. Rêzefîlmê nû ji aliyê J.D. Payne û Patrick McKay ve hate afirandin ku dê weke 5 sezon li ser platforma Amazon Primeyê derbikeve li pêşberî temaşevanan.
Li gorî nûçeya malpera Kayıp Rıhtım’ın Empireyê, J.D. Payne û Patrick McKay di hevpeyvîneke de ragihandine ku rêzefîlmê nû “The Rings of Power” weke 5 sezon û bi tevahî 50 saetan hatiye sêwirandin û dawîya rêzefîlmê jî ji niha ve diyar e.” J.D.Payne di axaftina xwe gotibû, rêzefîlmê nû dê bi nêrîneke cuda bê kişandin.
“The Rings of Power” dê li Çaxê Duyem ê Cîhana Navîn biqewime û serpêhatiyên cûce û harfootan bîne ser ekranê û diçe bi hezaran sal beriya bûyerên ‘The Hobbit’ û ‘The Lord of the Rings’ê. Hatibû ragihandin ku mafên weşanê yên rêzefîlmê ji aliyê Amazon Prime ve hatiye kirîn ku beşa yekem a “The Lord of the Rings: The Rings of Power”ê di 2yê meha Îlonê de destpê dike. Di meha Sibatê de ji rêzefîlmê fragmaneke kurt hatibû weşandin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com