Ji Sabahattîn Çelîkî vîdyoya şîrove ya li ser fîlmê Yilmaz Guneyî yê “Rê”

Derhêner û senarîstê kurd Sabahattîn Çelîk, şîroveyên fîlman ên bi Kurdî amade dike û bi riya hesabê xwe yê Youtubeê parve dike. Di vîdyoya xwe ya nû de li ser fîlmê sînemagerê mezin ê kurd Yilmaz Guneyî yê “Rê/Yol” (1982) disekine.

Çelîk, vîdyoyeke nû ya li ser fîlmê Yilmaz Guneyî yê “Rê” amade kiriye, bi Kurdîya Kurmancî hest û ramanên xwe yên li ser fîlmê tîne ziman. “Rê/Yol” ji alîyê Yilmaz Guney û Şerîf Goren ve hatibû kêşandin û senaryoya fîlmê Yilmaz Guney bi xwe nivîsîye. “Rê” ji bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê xelata “Palmîyeya Zêrîn” (Xelata Mezin) girtibû.

 

Sabahattîn Çelîk, heta niha li kanala xwe ya Youtubeê vîdyoyên şîrove yên li ser fîlmên “Amélie” (2001), “Cast Away” (2000), “Inception” (2010), “Taxi Drive” (1976) û “A Beautiful Mind” (2001) weşandine. Derhêner, di yekem vîdyoya şîroveya xwe de li ser fîlmê derhênerê navdar ê sînemayê Abbas Kîarostamî yê “Khane-ye Doust Kodjast?” (1987) bi Tirkî axivîbû. Çelik, vîdyoyên şîrove yên li ser fîlmên sînemayê bi kalîteya 4Kyê diweşîne. Sabahattîn Çelîk ragihandibû ku dê li ser hin fîlmên din ên Yilmaz Guneyî û kurtefîlmên Sînemaya Kurdî jî vîdyoyên şîrove amade bike û biweşîne.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir