Ji Sabahattîn Çelîkî vîdyoyeke nû ya li ser fîlmê “About Elly”
Sînemahezê kurd Sabahattîn Çelîk, kurtevîdyoyên şîrove yên fîlman ên bi Kurdîya Kurmancî amade dike û li ser kanala xwe ya Youtubeê diweşîne. Çelîk, vîdyoyeke nû ya di derbarê fîlmê derhênerê navdar ê Îranî Asgar Ferhadî yê “Darbareye Elly”ê (About Elly, 2009) de amade kiriye. Senaryoya “About Elly”ê Asgar Ferhadî û Azad Jafarîan bi hev re nivîsandine ku fîlm li gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî hate nîşandayîn û ji Festîvala Fîlman a Berlînê xelata “Hirça Zêrîn” girtibû.
Sabahattîn Çelîk, heta niha li ser kanala xwe ya Youtubeê vîdyoyên şîrove yên di derbarê fîlmên “Amélie” (2001), “Cast Away” (2000), “Inception” (2010), “Taxi Drive” (1976) û “A Beautiful Mind” (2001), “Rê/Yol” (1982), “A Clockwork Orange” (1971) de weşandine. Çelîk, di yekem vîdyoya şîroveya xwe de li ser fîlmê derhênerê navdar ê sînemayê Abbas Kîarostamî yê “Khane-ye Doust Kodjast?” (1987) bi Tirkî axivîbû. Sînemahez Sabahattîn Çelîk, vîdyoyên şîrove yên li ser fîlmên sînemayê bi kalîteya 4Kyê diweşîne û ragihandibû ku dê li ser hin fîlmên din ên derhêner-lîstikvanê navdar ê kurd Yilmaz Guneyî û kurtefîlmên Sînemaya Kurdî jî vîdyoyên şîrove amade bike û li ser kanala xwe ya Youtubeê biweşîne.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com