Ji seta fîlmê Angelina Jolie yê “Without Blood” dîmenên ewil hatin weşandin

Ji seta fîlmê lîstikvanê navdar Angelina Jolie yê “Without Blood” dîmenên ewil hatin weşandin ku tê de Salma Hayak û Demián Bichir weke serlîstikvan cih girtine. Fîlm, ji romana wêjekarê Îtalyayî Alessandro Bariccoyî ji bo perdeya sînemayê lê hatiye anîn.

Dîmenên ewil ên ji seta fîlmê “Without Blood”ê di kovara Peopleyê de hatin weşandin. Fîlm, bi derhêner, senarîst û çêkerîya Angelina Jolie ve hate kişandin û ji romana wêjekar Alessandro Bariccoyî bo perdeya spî lê hatiye anîn. “Without Blood” li ser rewşên şer, trawma û bîr (hefîze) û başbûnê disekine û çîrokeke gerdûnî ye. 

Angelina Jolie di derbarê romanê de dibêje, “Roman, mijar û pirsên girîng ên ji bo nîqaşê di nav xwe de dihewîne ku pirtûkeke balkêş e.” Serlîstikvanê fîlmê Salma Hayak di hevpeyvîna xwe ya kovara Peopleyê de got, “Ez ji ber fîlmê Jolieyê gelek kêfxweş bûm.”

Dîroka vîzyonê ya fîlmê hêj nehatiye eşkerekirin û tê texmîn kirin dê di sala 2024ê de bikeve vîzyonê.

Lîstikvan û derhênerê xelatgirtî Angelina Jolie di sala 2011ê de yekem fîlmê xwe yê bi navê “In the Land of Blood” kişandibû û 40 sal in di gelek fîlmên sînemayê de lîstine. Jolie piştî vî fîlmê 3 fîlmên din jî (Unbroken, By the Sea, First They Killed My Father) kişandin. 

Çavkanî: Screen Rant

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir