Ji sezona duyemîn a “House of the Dragon”ê fragmana yekem hate parvekirin

Rêzefîlmê “House of the Dragon” weke berdewama ‘Game of Thrones’ê tê kişandin ku sezona yekem a rêzefîlmê di Gelawêja sala 2022yê de li ser platforma dîjîtal a HBO Maxê hate weşandin. Rêzefîlm, bi tenê di rojekê de ji aliyê 10 milyon kes ve hatibû temaşekirin. Meha borî hatibû ragihandin ku beşên sezona duyemîn a “House of the Dragon”ê wê di destpêka havîna 2024ê de bê weşandin û ji sezona nû fragmana yekem hate parvekirin.

Rêveberê platforma dîjîtal a HBOyê Casey Bloys roja pêncşemê li New Yorkê daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xistibû û ragihand ku beşên sezona 2. ya “House of the Dragon”ê wê di destpêka havîna 2024ê de bê weşandin. Fragmana yekem a sezona nû ji bo rojnamegeran hatibû nîşandayîn.

Beşên sezona yekem ji alîyê Miguel Sapochnik, Ryan Condal, Greg Yaitanes, Clare Kilner, Geeta Vasant Patel, Geeta Vasant Patel ve hatin kêşandin û senaryoya rêzefîlmê Ryan J. Condal, Charmaine De Grate, George R.R. Martin, Sarah Hess bi hev re nivîsandine. Sezona nû diçe bi du sed sal berîya bûyerên “Game of Thrones”ê, dê qala Çîroka Rhaenyra û Alicentê bike û li ser şerên navxweyî yên Targaryenan bisekine. Lîstikvanên wekî Matt Smith, Emma D’arcy, Olivia Cooke, Eve Best, Steve Toussaint, Fabien Frankel, Ewan Mitchell, Rhys Ifans, Harry Collet, Gayle Rankin Alys, Simon Russel Beale, Freddie Fox û Abubakar Salim dê di beşên nû yên sezona nû de cî bigirin.

Casey Bloys di meha Adarê de ragihandibû ku sezona duyemîn a rêzefîlmê dê di nava sala 2024ê de bê weşandin. Kêşana beşên nû yên sezona duyem hatine qedandin û pêvajoya post-produksiyonê didome.

Sezona duyemîn a “House of the Dragon”ê wê di destpêka havîna 2024ê de derbikeve li pêşberî temaşevanan

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir