Ji sînemahez Ûlaş Korkûtî vîdyoyeke rêzefîlman
Sînemahezê kurd Ûlaş Korkût di van rojên şewba Coronayê de, şîroveya fîlman amade dike û li ser hesaba xwe ya Youtubeê bi navê “Xebat û Şîroveyên bê îdîa…” diweşîne.
Ûlaş Korkût, di vê çarçoveyê de herî dawî ji bo sînemahezan vîdyoyeke bi navê “Pêşniyara Rêze Fîlman” amade kir û li ser hesaba xwe ya Youtubeê weşand û tê de 10 rêzefîlmên navdar ên cîhanê cih digirin.
Sînemahez Ûlaş Korkût, di van rojên dijwar de ji bo temaşevanên sînemayê, bi kurdî vîdyoyên şîroveya fîlman amade dike û li ser platforma Youtubeê bi navê “Xebat û Şîroveyên bê îdîa…” diweşîne. Her wiha Korkût naverokên sînemayê jî amade dike û van li ser hesaba xwe ya Youtubeê weşandine.
Sînemahezê kurd Ûlaş Korkût heta niha, li ser kanala xwe ya Youtubeê, fîlmên; “Nothing Personal”, “Dogville” û “Manderlay”, “Rashomon”, “The Net” ji bo sînemahezan şîrove kirine û weşandine.
Nûçe – Sînemaya Sînemaya – www.sinemayaserbixwe.com