Ji “Society of the Snow”ê fragmana yekem hate weşandin

Fîlmê derhêner Juan Antonio Bayonayî yê “Society of the Snow” behsa qezaya trajîk a balafirekê dike ku di sala 1972yê de li Çiyayên Andê qewimibû. Ji fîlmê fragmana yekem hate weşandin.

“The Society of the Snow” bi çêkerîya platforma dîjîtal a Netflixê hate kêşandin û li ser qezaya trajîk a balafireke Hêzên Hewayî yên Ûrûguayê disekine. Balafireke ji bo ku tîma ragbîyê bibe li Şîlîyê, tê kirêkirin û li lûtkeyên Çiyayên Andê dikeve. Di qezaya balafirê de ji 45 rêwîyan 29 rewî ji mirinê xelas bûne. Mirovên ku ji qezaya balafirê xelas bûne, jiyaneke zor û dijwar derbas kirine. Çîroka van mirovan, di sala 1993yê de ji alîyê Frank Marshall ve bi navê “Alive” weke fîlmê sînemayê hatibû kişandin.

Fîlmê “The Society of the Snow” ji romana Pablo Vîercîyê yê bi heman navê ji bo perdeya spî hate kêşandin û senaryoya fîlmê Bernat Vilaplana, Jamie Marques û Nicolas Casariego bi hev re nivîsandine. Fîlm, li Sierra Nevada (Endulus, Spanya), Montevideo (Ûrûguay) û Çiyayên Andê û li hin sehneyên wê li Şîlî û Arjantînê hatine kişandin. “The Society of the Snow” îsal dê li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê bê nîşandayîn û dê di demeke nêz de li ser Netflixê bê weşandin.

Juan Antonio Bayona bi fîlmên xwe yên wekî; “Jurassic World: Fallen Kingdom”, “El Orfanato”, “The Impossible”, “The Orphanage” ve tê naskirin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir