Ji “The Pale Blue Eye” wêneyên ewil hatin
Ji fîlmê Scott Cooper yê “The Pale Blue Eye” wêneyên ewil hatin weşandin ku tê de lîstikvanê navdar û xelatgirê Oscarê Christian Bale weke serlîstikvan lîstiye. Fîlm, dê di 23yê meha Berfanbarê de li hin sînemayên cîhanê bikeve vîzyonê.
Fîlm “The Pale Blue Eye” ji pirtûka Louis Bayard ji bo sînemayê hate kişandin û behsa çîroka dedektîvekî ezmûndar dike ku hewl dide bi alîkarîya xwendekar Edgar Allan Poe re, kuştinên ku li Akademîya West Pointê çareser bike. Mijara fîlmê di salên 1800an de diqewime ku wêjekarê mezin Edgar Allan Poe di fîlmê de weke karakterekî pevxistî cih digire.
Serlîstikvanê fîlmê Christian Bale di fîlmên wekî The Dark Knight, The Fighter û American Psycho de lîstine. Dîroka vîzyonê ya fîlmê weke 23yê meha Berfanbarê hate eşkerekirin û dê di 6ê Rêbendana 2023yê de jî li ser Netflixê bê weşandin.
Christian Bale, Gillian Anderson, Lucy Boynton, Charlotte Gainsbourg, Toby Jones, Harry Lawtey, Simon McBurney Timothy Spall, Hadley Robinson, Joey Brooks, Brennan Cook, Gideon Glick, Fred Hechinger ve Matt Helm di fîlmê de dilîzin.
Çavkanî: Collier
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com