Ji “The Zone of Interest”ê fragmana yekem hate parvekirin

Derhênerê navdar ê îngilîz Jonathan Glazer piştî deh salan bi fîlmê xwe yê bi navê “The Zone of Interest” re ji nû ve derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê. Fîlmê nû, li Festîvala Fîlman a Naveneteweyî ya Cannesê “Grand Prix” (Xelata Mezin) û “Xelata FIPRESCI”yê girtin, ji alîyê Brîtanyayê ve ji bo beşa Fîlmê Navneteweyî yê Herî Serketî ya Xelatên Oscarê weke berendam hate nîşandayîn. Ji “The Zone of Interest”ê fragmana yekem hate weşandin.

“The Zone of Interest” bi çêkerîya pargîdanîya fîlman A24ê re ji romana wêjekar Martin Amisî ya bi heman navê ji bo perdeya spî hate kêşandin. Fîlm, di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de derbas dibe, jiyana rojane ya fermandarê kampa civanê ya Auschwitsê ya Nazîyan Rudolf Höss û hevsera wî Hedwigê radixe ber çavan û qala komkujîya Cihûyan dike. “The Zone of Interest” wê di 8ê meha Berfanbarê de bikeve vîzyonê.

Lîstikvanên wekî Christian Friedel, Sandra Hüller, Johann Karthaus, Nele Ahrensmeier, Lilli Falk û Medusa Knopf di “The Zone of Interest”ê de  lîstine û Łukasz Żal tê de weke derhênerê dîmenê cî girtiye ku di fîlmên “Ida” û “Cold War”ê de xebitîbû.

Johathan Glazer, li seranserê cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî “Inside Amy Schumer”, “Under the Skin”, “Birth” ve tê naskirin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d