Ji Wes Andersonî 11 fîlmên xweş
Derhêner û nivîskarê amerikî Wes Anderson, di van rojên şewba coronayê de, lîsteyeke fîlman amade kirin û di vê lîsteyê de 11 fîlmên xweş, ji bo sînemahezan parve kir. Di nava lîsteya derhênerê de fîlmên nejibîr ên wekî; “Alice Adams”, “Beat the Devil”,“Do the Right Thing”, “La Grande Bouffe” jî cih digirin.
Li gorî nûçeya ku di malpera IndieWire‘yê de hatiye weşandin, derhêner û nivîskarê amerikî Wes Anderson, di pêvajoya rojên şewba coronayê de lîsteyeke fîlman amade kirin û vê lîsteya 11 fîlmên xweş, ji bo temaşevanên sînemayê parve kir. Di nava lîsteya fîlman de fîlmên wekî; “Alice Adams”, “Beat the Devil”,“Do the Right Thing”, “La Grande Bouffe” jî cih digirin.
Derhêner û nivîskarê amerikî Wes Anderson bi fîlmên xwe yên; “The Royal Tenenbaums”, “The Grand Budapest Hotel”, “Rushmore”, “Moonrise Kingdom”, ve tê naskirin û herî dawî fîlmê xwe yê bi navê The French Dispatch kişandiye, lê ji ber nesaxiya coronayê dîroka vîzyon a fîlmê hatibû taloqkirin.
Di van rojên şewba coronayê de, li gorî derhêner û nivîskar Wes Andersonî 11 fîlmên xweş:
“Alice Adams” / Derhêner: George Stevens (1935)
“Beat the Devil” / Derhêner: John Huston (1953)
“Nothing Sacred” / Derhêner: William A. Wellman (1937)
“Do the Right Thing” / Derhêner: Spike Lee (1989)
“The Long Voyage Home” / Derhêner: John Ford (1940)
“A Story From Chikamatsu” / Derhêner: Kenji Mizoguchi (1954)
“La Grande Bouffe” / Derhêner: Marco Ferreri (1973)
“The Passionate Friends” / Derhêner: David Lean (1949)
“Station Six-Sahara” / Derhêner: Seth Holt (1962)
“What Price Hollywood?” / Derhêner: George Cukor (1932)
“Winter Kills” / Derhêner: William Richert (1979)
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com