Jiyana Andrei Tarkovskyî dibe rêzefîlm

Sînemavanê rûs Kirill Serebrennikov ragihand ku jiyana derhênerê navdar Andrei Tarkovskyî dê weke rêzefîlmekî biçûk bê kişandin.

Sînemavanê ciwan ê rûs Kirill Serebrennikov derhênerê fîlmê “Leto”yê (2018) ye û li ser fîlmê xwe yê nû “Petrov’s Flu” dixebite ku wê di demeke nêz de biqede.

Li gorî nûçeya ku di malpera kovara sînemayê Altyazı’yê de hate weşandin, derhêner Kirill Serebrennikovî li ser projeyeke nû de dixebite û dixwaze ku jiyana derhênerê nemir Andey Tarkovskiyî bike rêzefîlmekî biçûk.

Kiril Serebrennikov ragihand ku jiyana derhênerê navdar Andrei Tarkovskyî dê weke rêzefîlmekî biçûk bê kişandin. Rêzefîlmê nû projeyeke şîrketa Hype Film’ê ye û hêj dîroka kişandina wê diyar nîne.

Ilya Stewart yek ji afirînerên fikra rêzefîlmê ye û di çalakiyeke ku çarçoveya Cannesê de hatiye li darxistin de hevpeyvîneke da û eşkere kir ku, “Ji bo platformên dîjîtal û di derbarê çîrokên Rûsyayê de gelek projeyan amadekirine û formata rêzefîlma biçûk gelek guncan e ji bo vegotina jiyana derhênerekî wekî Tarkovskyî.”

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir