Jiyana Charles Darwinî dibe fîlmê sînemayê
Çîroka jiyana zanyarê brîtanî Charles Darwinî dibe fîlmê sînemayê. Lîstikvanê navdar Michael Caine ragihand ku ew ê bi xwe di fîlmekî nû de bi rola Charles Darwîn re cî bigire. Jiyannasê navdar Charles Darwin bi berhem û lêkolînên xwe ve bandoreke girîng li ser zanistan kir. Darwin, li ser mijarên ajalnasî û erdîgarî xebitî.
Fîlmê dawî yê Michael Caineyî “The Great Escaper” ji alîyê Oliver Parker ve hatiye kêşandin û dê di 6ê Cotmehê de bikeve vîzyonê. Caine di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya The Guardinê re kiriye de ragihand ku ew ê di fîlmekî nû de bi rola Charles Darwin re cî bigire û piştî hefteyekê dest bi kêşana fîlmê bikin. Lîstikvan diyar ku ev fîlm di heman demê de fîlmê wî yê dawîn e.*
Lîstikvanê hoste Michael Caine di 90 saliya xwe de ye û di salên 1950an de dest bi sînemayê kiriye. Caine, fîlmên “Inception” “The Prestige”, “Interstellar”, “Children of Men”, “The Dark Knight Rises”, “Batman Begins”, “Going in Style” jî tê de bi dehan fîlm û rêzefîlman de lîstine. Caine, heta niha xelatên Oscar, BAFTA, Girovera Zêrîn û gelek festîvalên din girtine.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com