Jiyana Ella Fitzgeraldê dibe belgefîlm
Jiyana hunermenda navdar a Cazê Ella Fitzgerald dibe belgefîlm û dê di 3yê meha Avrelê de li DYAyê bê nîşandan.
Jiyana hunermenda navdar a Cazê Ella Fitzgeraldê (25ê Avrêla 1917ê – 15ê Hezîrana 1996ê) bi navê “Ella Fitzgerald: Just One Of Those Things” dibe belgefîlm û dê di 3yê meha Avrelê de li DYAyê bê nîşandan. Belgefîlm ji aliyê derhêner Leslie Woodhead ve hat kişandin û çêkerîya fîlmê Reggie Nadelson dike. Ji belgefîlmê “Ella Fitzgerald: Just One Of Those Things” ku dê di dîroka 3yê meha Avrêlê de bikeve vîzyonê, fragmanek hat weşandin.
Belgefîlm qala jiyana huner a hunermenda navdar a cazê ya Amerîkayê Ella FitzgeraldÊ dike û pêvajoya navdarbûna wê nîşan dide ku tê de gelek dîmenên hunermenda ku heta niha ne hatine weşandin jî hene. Belgefîlm, ji 90 xulekan pêk tê û hevpeyvînên ku bi Smokey Robinson, Tony Bennett, Johnny Mathis, Norma Miller û kurê hunermend Ella Fitzgeraldê, Ray Brown Jr. ve hatine çêkirin jî cih digirin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com