Jiyana helbestvan Furûx Feroxzad dibe fîlm

Jiyana yek ji helbestvanên herî mezin ên cîhanê Furûx Feroxzad dibe fîlm. Fîlmê Furûx Feroxzad dê ji aliyê Cihnagir Kevserî ve bê kişandin û senaryoya wê Naîme Îslamî nivîsîye.

Jiyana yek ji helbestvanên herî mezin ên wêjeya cîhanê Furûx Feroxzad, dê ji aliyê derhênerê Cihnagir Kevserî ve ji bo sînemayê bê kişandin û senaryoya fîlmê Naîme Îslamî nivîsîye. Lê hê eşkere nebûye ku dê di rola Furûx Feroxzadê de kî bilîze.

Helbest û pirtûkên helbestvana navdar Helbestvan Furûx Feroxzadê (1934 – 1967), li seranserî cîhanê bi dehan zimanan hatine wergerandin û Feroxzad yek ji helbestvanên herî mezin ên cîhanê ye. Nivîskar û wergerên kurd Muhsîn Ozdemîr û Cewad Pale, helbestên Furûx Feroxzadê, bi navê “Em Baweriyê Bi Destpêka Demsala Sar Bînin” (2013) wergerandin bo Kurdî. Di sala 2014’ê de Muhsîn Ozdemîr helbestên Furûx Feroxzadê, bi navê “Hemû Berhem” wergerand bo Kurdî û du pirtûk ji aliyê Weşanên Ronahî ve hatin weşandin. Hatîce Kiliç jî hin helbestên Ferroxzadê bo Kurdî wergerandine.

Helbestvan Furûx Feroxzad bi sînema û şanoyê ve jî eleqedar bûye, wênesaziyê kiriye. Helbestvan, di sala 1962’ê de, bi belgefîlmê xwe yê bi navê “Agirek” re li Festîvala Fîlmên Belgefîlm a Îtalyayê bû yekemîn û Feroxzad, di sala 1963’yê de bi belgefîlmê xwe yê “Mal Reş e” kişandiye, ev film li ser jiyanên nesaxên belweşînê ne û li Festîvala Fîlman a Ober Havzenê xelata Fîlmê Herî Serketî girtibû.

Nûçe: Rûmet Med

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d