Jiyana hunera yê Kadîr Înanir dibe belgefîlm

Hunermendê sînemayê navdar Kadîr Înanir ji hesaba xwe ya medyaya civakî ragihand ku li ser hunera jiyana wî belgefîlmeke tê kişandin. Belgefîlm ji aliyê derhêner û senarîst Huseyîn Karabey re tê kişandin.

Belgefîlmê hunermendê navdar ê tirk Kadîr Înanar’ê ji aliyê derhênerên fîlmên wekî; “Were Dengê Min”, “Unutma Beni İstanbul”, “Gitmek: Benim Marlon ve Brandom” û “Îçerdekîler”ê derhêner û senarîstê kurd Huseyîn Karabey re tê kîşandin.

Hunermendê sînemayê Kadîr Înanir li ser hesaba xwe ya medyaya civakî de wêneyeke parve kir û ragihand ku di derbarê jiyana hunera wî de belgefîlmek têne kişandin. Kadîr Înanir di parvekirina xwe de nivîsand, “Arşîva 50 salan hat vekirin, ji kişandinên “Belgefîlmê Kadîr Înanir”ê ku ji aliyê Huseyîn Karabey re tê kişandin.”

Derhênerê belgefîlmê Kadîr Înanir’ê Huseyîn Karabey, der heqê belgefîlmê de axaftî û got; “Kadîr Beg arşîveke berfireh a 50 salan çêkiriye, gelek biserketî ye. Em wê ewil kirin dîjîtal. Dê bibe belgefîlmeke nezîkî du saet ku li ser jiyana hunera wî. Em pênc salan e di nav vê xebitînê de ne û carinan dikişînin. Em hatin dawîn ên kişandinên belgefîlmê, 4-5 mehan jî pevxistin dom dike. Belgefîlmê ku dê di dostên Kadîr Înanir jî têde cih bigirin, ez bawerim ku di sala 2020’an de amade dibe.” (Kültür Servisi)

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: