Jiyana hunerê ya Kadîr Înanirî dibe belgefîlm

Hunermendê sînemayê navdar Kadîr Înanir ji hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li ser hunera jiyana wî belgefîlmeke tê kişandin. Belgefîlm ji aliyê derhêner û senarîst Huseyîn Karabey ve tê kişandin.

Belgefîlmê hunermendê navdar ê tirk Kadîr Înanarî ji aliyê derhêner Huseyîn Karabey ve tê kişandin. Karabey bi fîlmên xwe yên wekî “Were Dengê Min”, “Unutma Beni İstanbul”, “Gitmek: Benim Marlon ve Brandom” û “Îçerdekîler” ve tê naskirin.

Hunermendê sînemayê Kadîr Înanir li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyeke parve kir û ragihand ku di derbarê jiyana hunera wî de belgefîlmek tê kişandin. Kadîr Înanir di parvekirina xwe de got “Arşîva 50 salan hat vekirin, ji kêşana “Belgefîlmê Kadîr Înanir”ê ku ji aliyê Huseyîn Karabey ve tê kişandin.”

Derhêner Huseyîn Karabey, derbarê belgefîlmê de axaft û got; “Kadîr Beg arşîveke berfireh a 50 salan çêkiriye, gelek biserketî ye. Em wê pêşî kirin dîjîtal. Wê bibe belgefîlmek nezîkî du saet ku li ser jiyana hunera wî. Em pênc salan e li ser belgefîlmê dixebiti û carinan dikêşin. Em hatin dawîn a kêşana belgefîlmê, 4-5 mehan jî dê pevxistin dom bike. Belgefîlmê ku dê di dostên Kadîr Înanir jî têde cih bigirin, ez bawerim ku dê di sala 2020’an de amade bibe.” (Kültür Servisi)

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: