Jiyana Hunermend Elvîs Presley dibe fîlm
Jiyana hunermendê muzîk û lîstikvanê navdar ê Amerîkayî Elvis Aaron Presleyê dibe fîlm û lîstikvanê navdar Austin Butler dê di fîlmê de weke serlîstikvanê cih bigire.
Li gor agahî, derhênerê fîlmê Baz Luhrmann û senarîstên fîlmê jî Baz Luhrmann, Craig Pearce in. Fîlmê nû bi çêkerîya Warner Brosê ve tê kişandin.
Lîstikvan Austin Butler di fîlmên “Once Upon a Time in Hollywood’ yê Quentin Tarantinoyî û “The Dead Don’t Die” yê Jim Jarmuschî û hin rêzefîlman de lîstibû. Di fîlmê nû de, Tom Hanks jî dê weke menejerê Elvîs Presleyî bilîze.
Muzîkvanê navdar ê cîhanê Elvîs Presley weke qralê muzîka Rock’n’ Rollê tê binavkirin, hunermend di sala 1977’ê de jiyana xwe ji dest da bû.
Di ev salên dawî de her ku diçe hejmara fîlmên jînenîgeriyê (bîyografî) zêdebûn çêdibe û jînenîgeriyên Freddie Mercury û Elton Johnî jî weke fîlm hatibûn kişandin.
Nûçe: Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com