Jiyana hunermenda operayê Maria Callasê dibe fîlm
Maria Callas yek ji hunermendên operayê yên herî girîng ên sedsala 20ê ye û hate ragihandin ku jiyana wê ji aliyê derhêner Pablo Larrain ve dê weke fîlmê sînemayê bê kişandin. Lîstikvana navdar Angelina Jolie dê bi rola “Maria Callas” re di fîlmê de cih bigire û senaryoya fîlmê Pablo Larrain û Steven Knight bi hev re nivîsîne.
Derhênerê hoste yê Şîlîyî û berendamê Oscarê Pablo Larrain heta niha hin fîlmên jînenîgariyî yên wekî “Jackie”, “Spencer” û “Nerûda” kişandine û bi gelek fîlmên xwe yên “No”, “Ema”, “El Club” û “Gloria” ve tê naskirin. Sînemager vê carê jî jiyana hunermenda operayê Maria Callasê dê bi navê “Maria” weke fîlmê sînemayê bikişîne û lîstikvana navdar Angelina Jolie bûye serlîstikvana fîlmê. Fîlmê “Maria” dê li ser rojên dawî yên Maria Callasê yên li Parîsê bisekine û di salên 1970an de derbas bibe.
Maria Callas sopranoya mezintirîn a cîhana operayê ye ku di zarokatîya xwe bi malbata xwe ji Yewnanîstanê koçî li Amerîkayê kiriye û bûye hunermendeke girîng û navdar a operayê.
Tê texmînkirin ku fîlmê “Maria” dê di dema festîvalên fîlman ya sala 2024ê de bikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com