Jiyana senarîst Herman J. Mankiewiczî dibe fîlm

Jiyana senarîstê gelek fîlmên navdar Herman J. Mankiewiczî ji aliyê derhêner David Finsher ve, bi navê “Mank” dê ji bo sînemayê bê kişandin.

Li gorî nûçeya malpera The Film Stage’yê, jiyana yek ji senarîstên fîlmên wekî “Citizen Kane” (1941) û “The Wizard of Oz” (1939) û gelek fîlmên navdar ên Hollywoodê, ji aliyê derhênerê navdar David Fincher ve dê bo sînemayê bê kişandin . Derhênerê navdar Fincher bi fîlmên xwe yên wekî; “Fight Club” (1999) “Zodiac” (2007), “The Social Network” (2010) û “Gone Girl” (2014) ve tê naskirin. Fîlmê nû wê di sala 2020’ê bikeve vîzyonê û wekî rêzefîlmên wî; “House of Cards” û “Mindhunter” projeyeke Netflixê ye.

Fîlmê nû yê David Fincherî spî-reş e û têde Gary Oldman dê weke serlîstikvan cih bigire. Herman J. Mankiewicz di heman demê de birayê derhênerê hoste Joseph L. Mankiewiczî ye. Di fîlmê de dê lîstikvanên wekî Tom Burke Amanda Seyfried, Tom Pelphrey, Arliss Howard, Ferdinand Kingsley, Jamie McShane, Joseph Cross, Sam Troughton, Toby Leonard Moore û Tuppence Middleton cih bigirin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir