Jiyana Şêx Bedreddîn dibe fîlm

Jiyana Şêx Bedreddîn dê weke fîlmê sînemayê bê kişandin û ji bo fîlmê “Hakîkat” dest bi amedekariyan kirin. Di fîlmê de, muzîkvanê navdar Sûavî û lîstikvanên Bulent Emrah Parlak, Orhan Alkaya, Rûgeş Kirici, Mazlûm Çîmen, Sermet Yeşîl, Gulsun Odabaş jî cih digirin.

Li gorî nûçeya Independent Türkçe’yê, jiyana Şêx Bedreddîn bi navê “Hakîkat” dibe fîlm. Ji bo fîlmê dest bi amedekariyan kirin û têde muzîkvanê navdar Sûavî bi rola “Şêx Bedreddîn” û lîstikvanên Bulent Emrah Parlak û Gulsun Odabaşî jî cih digirin. Fîlmê “Hakîkat” dê qala jiyana Şêx Bedreddîn dike û pêvajoya wê çaxê nîşan bide.

Hunermendê navdar Sûavî di der barê Şêx Bedreddînê de axaft û got; “Şêx Bedreddîn ji bo min rastîn, bîat nekirin, wêrekî, wekhevî û lêgerîna dadê îfade dike.”

Hat ragihandin ku fîlmê “Hakîkat” dê dîroka 18’ê meha Berfanbara 2020’ê de, di salvegera mirina Şêx Bedreddînê de bikeve vîzyonê û têde, muzîkvanê navdar Sûavî bi rola Şêx Bedreddîn û lîstikvanên Bulent Emrah Parlak (Borkluce Mustafa), Orhan Alkaya, Mazlûm Çîmen, Sermet Yeşîl, Rûgeş Kirici, Gulsun Odabaş jî cih digirin. Derhênerê fîlmê Hasan Alak e û senaryoya wê Rûgeş Kirici û Yûsûf Çetîn nivîsandine. Fîlmê “Hakîkat” dê li bajarên Îzmîr, Sêwas û Bîlecîkê were kişandin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: