Jiyana ‘Sigmund Freud’ bû rêzefîlm
Jiyana tûrenas û bingehdêrê dozîneya psîkanalîzê Sigmund Freud ji aliyê Netflixê weke rêzefîlm tê kişandin û sezona yekem a rêzefîlmê dê di dîroka 23’yê meha Adarê de dest pê bike.
Li gorî nûçeya ku di malpera Kovara Altyazı’de cih digire, platforma dîjîtal a Netflixê serdema ciwantiya tûrenas û bingehdêrê dozîneya psîkanalîzê Sigmund Freud weke rêzefîlm dikişîne û di rêzefîlmê de Freud di sala 1886’ê de li Vîyanayê hewl dide ku bûyerên windabûnên razdar û kuştinê derbixe holê.
Rêzefîlmê “Freud” di heman demê de yekem rêzefîlmê resen ê Awistiralyayê ye û lîstikvanê ciwan Robert Finster di fîlmê de weke serlîstikvan cih digire. Li gorî derhênerê rêzefîlmê Marvin Kren ev rêzefîlmê nû, dê “Aliyên nenasbar” ên Sigmund Freudî eşkere bike. Rêzefîlm, dê li ser “Xweajo û mantiq” rêmanên ego, serezî (super ego) û îdeyê bisekine û pêvajoya afirîner ê Sigmund Freudê bîne li ekranê.
Sezona yekem a rêzefîlmê di dîroka 23’yê meha Adarê de li Netflixê derdikeve li pêşberî temaşevanan.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com