Jiyana Sigmund Freudî dibe fîlmê sînemayê

Jiyana bingehdêrê zanista psîkanalîzê Sigmund Freudî bi navê “Freud’s Last Session” dibe fîlmê sînemayê. Hat ragihandin ku dê di rola Freudî de lîstikvanê navdar Anthony Hopkins bilîze.

Li gor nûçeya ku di malpera NTV’yê de hatiye weşandin, çîroka jiyana Sigmund Freudî weke fîlmê sînemayê bête kişandin. Derhênerê fîlmê Matthew Brown e ku bi fîlmên xwe yê “The Man Who Knew Infinity” tê naskirin. Senaryoya “Freud’s Last Session”ê jî dê ji aliyê St. Germain ve bê nivîsin û dê di nava fîlmê de hêmanên çîrokeke rabirdû, dahatû û fantazîyê cîh bigire.

Texmîn dikin ku dê di mehên dawî yên 2022yê de li Londonê dest bi kişandina fîlmê bikin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: