Jiyana sopranoya navdar Marîa Callasê dibe fîlm

Jiyana sopranoya navdar a yewnan Marîa Callasê dê ji alîyê derhênerê hoste yê Şîlîyî Pablo Larraín ve weke fîlmê sînemayê bê kêşandin û lîstikvana navdar Angelina Jolie di fîlmê de bi rola Callasê cî digire. Li gorî nûçeya malpera Beyazperdeyê wê di meha Cotmeha 2022yê de dest bi kêşana fîlmê bikin.

Senaryoya fîlmê nû, ji alîyê Steven Knight ve hatiye nivîsandin û amadehîyên produksiyona fîlmê li bajarê Budapeştê destpê kir. Hate ragihandin ku fîlm dê li ser rojên dawî yên sopranoya navdar Marîa Callasê bisekine. Maria Callas, di fîlmê derhênerê mezin ê dîroka hunera heftemîn ê Pier Paolo Pasolînî yê “Medea” (1969) de lîstibû.

Derhêner û çêkerê fîlman Pablo Larraín, bi fîlmên xwe yên wekî “Jackie”, “Neruda”, “Spencer”, “Ema”, “The Club”, “Post Mortem”, “No”, “Tony Manero” ve tê naskirin.

Çavkanî: Gazete Duvar

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: