Jiyana stranbêja navdar Amy Winehouseyê dibe fîlm
Jiyana stranbêja navdar a îngiliz Amy Winehouseyê dibe fîlmê sînemayê û hate ragihandin ku fîlm dê ji aliyê derhêner Sam Taylor-Johnson ve bê kişandin. Stranbêja navdar Amy Winehouse di sala 2011ê de jiyana xwe ji dest dabû.
Li gorî nûçeya ku di malpera sînemayê Deadline de cih digire, jiyana Jiyana stranbêja navdar a îngiliz Amy Winehouseyê bi navê “Back to Black”ê dibe fîlmê sînemayê. Fîlm dê bi derhênerîya Sam Taylor-Johnson re bê kişandin û senaryoya fîlmê jî Matt Greenhalgh nivîsîye. Hêj nehatiye ragihandin ku kîjan lîstikvan wê di rola stranbêjê de de cih bigire. Lê, lîstikvana îngiliz Millie Bobby Brown xwestibû ku li fîlmê di rola Amy Winehouse de bilîze.
Derhêner Asif Kapadia di sala 2015ê de li ser jiyana stranbêja navdar Amy Winehouse belgefîlmeke dirêj kişandibû.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com