Jiyana Zanyara navdar Marie Curieyê bû fîlm
Jiyana zanyara navdar a Polonyayê fizîknas û kîmyanas û Xelatgira Nobelê Marie Curieyê, ji aliyê derhêner Marjane Satrapî ve, ji romana Lauren Rednissê ji bo sînemayê bi navê “Radioactive” hate kişandin û ji fîlmê yekem fragman hate weşandin.
Li gorî nûçeya ku di Filmloverss’ê de cih digire, ji fîlmê “Radioactive” ku qala jiyana zanyara navdar ê Polonyayê û Xelatgira Nobelê Marie Curieyê dike, yekem fragman hate weşandin. “Radioactive” ji aliyê Marjane Satrapî ve ji romana Lauren Rednissê bo sînemayê lê hate anîn û senaryoya fîlmê “Radioactive” Jack Thorne nivîsîye ku di heman demê de senarîstê fîlmê “Harry Potter and the Cursed Child” bû. Di fîlmê de lîstikvanên wekî Rosamund Pike, Sam Riley, Anya Taylor-Joy lîstine.
Derhênera fîlmê “Radioactive” Marjane Satrapî bi eslê xwe Îranî ye û li Frasayê dijî. Marjane Satrapi bi fîlmên xwe yên wekî; “Persepolis” (2007), “Chicken with Plums” (2011), “The Voices” (2014), “The Gang of the Jotas” (2012) û “The French Kissers” (2009), ve tê naskirin.
Lîstikvana navdar Rosamund Pike di fîlmê “Radioactive” de weke serlîstikvan cih girtiye ku bi rola xwe ya fîlmê “Gone Girl” (Derhêner: David Fincher) re bû navdar û berendama Oscarê. Lîstikvan Pike di fîlmên wekî; Pride & Prejudice, Die Another Day, Jack Reacher de lîstine û bi fîlmê xwe yê “A Private War” ku qala jiyana nûçegihana şer a Amerîkayî Marieyê dike, bû berendama Gilovera Zêrîn.
Fîlmê “Radioactive” di çarçoveya bernameya 44’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê de hatibû nîşandan. Dîroka vîzyona fîlmê hêj xuya nebûyê lê, “Radioactive” wê sala bê bikeve vîzyonê.
Navenda Nûçeyan – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com