Jiyaneke li dijî Koletiyê “Harriet”
Ji fîlmê “Harriet” ku qala çîroka jiyana rewşenbîr Harriet Tubmanê dike, fragman û sewyaneke (afîş) nû hatin weşandin. Harriet Tubman di sala 1820’ê de li Parêzgeha Marylanda DYA’yê li dijî Koletiyê rabûye.
Li gorî nûçeya ku di Gazete Karinca de cih digire, ji fîlmê “Harriet” ku qala çîroka jiyana Harriet Tubmanê dike fragman û afîş hate weşandin. Fîlmê “Harriet” ji aliyê Kasi Lemmons ve hate kişandin û senaryoya wê jî Kasi Lemmons û Gregory Allen Howard bi hev re nivîsandin. Mijara “Harriet” li ser jiyana Harriet Tubman’ê ye û çîroka wê ya li dijî derketina koletîyê nîşan dide. Fîlm, di sedsala 19’ê de li Parêzgeha Marylanda DYA’yê diqewîme.
Harriet Tubman di Şerê Navxweyî yê Amerîkayê de têdikoşa û bû ronîya azadîyê. Tubman di sala 1913’ê de jiyana xwe ji dest dabû û ji bo koletî wiha gotibû, “Tişta herî nêz a dojehê”.
Di fîlmê “Harriet” de lîstikvanên wekî Cynthia Erivo, Janelle Monáe, Joe Alwyn, Clarke Peters, Leslie Odom Jr. dilîzin. Derhênerê fîlmê “Harriet”ê Kasi Lemmons bi fîlmên xwe yên “Talk to Me”, “Black Nativity” ve tê naskirin.
“Harriet” di çarçoveya bernameya 44’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê hate nîşandayîn û li DYA’yê dê di 1’ê Berfanbarê de bikeve vîzyonê.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com