Jiyanên Kolberan bû fîlm

Kurtefîlmê “Esrîn” (Hêstir) ku qala jiyanên Kolberan dike, bi derhêneriya Hejir Muhammedî li herêmên Merîwan û Hewramanê hate kişandin.

Li gorî nûçeya ku di malperên K24 û BasNewsê de hatine weşandin, kurtefîlmê bi navê “Esrîn” (Hêstir) ku qala jiyanên Kolberan dike bi derhêneriya Hejir Muhammedî li herêmên Merîwan û Hewramanê di meha Gulanê de hate kişandin. Fîlm, ji 14 deqîqeyan pêk tê û tê de Saman Kerîmî û Namik Xuyadar lîstine.

Senaryoya kurtefîlmê “Esrîn”ê Sara Reşîdî nivîsandiye û Saman Kerimî jî çêkeriya fîlmê dike. “Esrîn” qala jiyanên Kolberan dike û şert û mercên dijwar ên li sînorê nîşan dide.

Çêker û lîstikvanê Kurtefîlmê “Esrîn”ê Saman Kerîmî di derbarê fîlmê de dayuxaniyeke dabû li malpera K24’ê û gotibû; “Em xwestin ku bal bikişînin li ser zehmetî kişandin ên Kolberan”. Kerîmî di axaftina xwe de got, “li sînorê zexta li ser Kolberan didome û me fîlmê xwe di nava zehmetîyan de kişandin.”

Li gorî daneyên Parlementoya Îranê, her sal li sînorê 150 Kolbera jiyana xwe ji dest didin. Hikûmeta Îranê, bi fermî destûra derbasbûna Kolberan nade ku wan bazirganîyê li Herêma Kurdistana Iraqê û sînorê Rojhilatê bikin. Kolberan ji ber derdê debarê bi mecbûrî di vî karî de dixebitin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir