Joaquin Phoenix û hevsera wî Rooney Mara dê di heman fîlmê de bilîzin
Lîstikvanên navdar ên sînemayê Joaquin Phoenix û Rooney Mara dê di heman fîlmê de weke serlîstikvan cih bigirin. Fîlmê “The Island” dê ji aliyê derhêner Pawel Pawlîkowskî ve bê kişandin ku mijara fîlmê dê di salên 1930an de derbas bibe û li ser çîroka jinûmerêk disekine.
Hate ragihandin ku dê di sala 2023yê de dest bi kêşana fîlmê “The Island” bikin û bi çêkerîya Tanya Seghatchian û John Woodward amade dikin. Senaryoya fîlmê derhênerê navdar Pawel Pawlîkowskî bi xwe dinivîse.
Joaquin Phoenix û hevsera wî Rooney Mara di fîlmên “Her” (2013) û “Mary Magdalene” de jî bi hev re lîstin.
Çavkanî: Film Hafızası
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com