Johnny Depp piştî 25 salan bi fîlmê “Modigliani” tê
(Wêne: Ji fîlmê “Minamata” (2020)
Lîstikvan, çêker û muzîkvanê navdar ê Amerîkayî Johnny Depp dê piştî 25 salan derhênerîya fîlmekî nû ya bi navê “Modigliani”yê bike.
Fîlmê “Modigliani”, li ser jiyana wênesaz û peykertiraşê Îtalyayî û yek ji nûnerê rêbaza ekspresyonîzmê Amedeo Modiglîanî (1884-1920) ye ku wê ji lîstika şanoyê ya Dennis Mclntyreyî ji bo perdeya sînemayê bê kişandin û dê di sala 1916ê de li bajarê Parîsê biqewime.
Wênesaz û peykertiraş Amedeo Modiglîanî bi eslê xwe cihê bû û di jiyana xwe ya kurt de bandoreke girîng li hunerê kiriye.
Hate ragihandin ku fîlmê “Modigliani” dê bi çêkerîya pargîdanîya fîlman a IN.2 (Bi pargîdanîya Infinitum Nihilê ve girêdayî ye) û ji aliyê Johnny Depp ve bê kişandin û di navbera çêkêrên fîlmê de Al Pacîno û Barry Navîdî jî cih digirin. Johnny Depp, bi gelek fîlmên xwe yên nejibîr ve derket li pêşberî temeşavanên sînemayê.
Lîstikvanên fîlmê “Modigliani” hêj nehatine eşkerekirin û senaryoya fîlmê Jerzy û Mary Kromolowskî bi hev re nivîsandine.
Çavkanî: Variety
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayserbixwe.com