“Judy” û fîlmên din

Di hefteya yekem a sala 2020’ê de, li salonên sînemayan di navbera 1-3’yê meha Rêbendanê de, fîlmên pevxistina zanistî, tirsê û komedî jî têde, bi giştî 9 fîlm ketin vîzyonê. Li vîzyonê hefteya yekem a mehê, fîlmên; “Judy” , “Bacurau”, “Official Secrets” û “Ip Man 4: Final / Yip Man 4” derdikevin pêş.

Judy Garland hunermendeke navdar e û bi fîlm û stranên xwe ve tê naskirin. Li ser kêşana fîlmê “The Wizard of Oz, 1939″ê sî salan bihûrî ye û hunermend ji bo pêşandeyeke taybet diçe li Talk of the Town a li Londonê û piştî çend salan digel heval û heyranên xwe ve ji nû ve tên cem hev. Judy Garland ji bo vê yekê kêfxweş dibe û ji aliyekî ve jî li ser jiyana xwe difikire û piştî demekê bi muzîkvan Mickey Deans re hev nas dikin û evînek dest pê bike.

Fîlmê “Judy” qala çîroka jiyana lîstikvan û stranbêja navdar Judy Garlandê dike û konsêra dawîn a hunermenda navdar nîşan dide. “Judy”, ji aliyê Rubert Goold ve hat kişandin û senaryoya fîlmê Tom Edge nivîsandiye. Serlîstikvana fîlmê “Judy”ê Renée Zellweger xelatgira Oscarê ye ku wê di heman demê de bo xelatên Girovera Zêrîn bû berendam.

“Judy” / Derhêner: Judy Garland û Senaryo: Tom Edge

Wext sala 2003’yê ye û Îngîlîstan û DYA dixwazin ku bikevin Iraqê. Wergera HIM’ê Katharine Gun, ji Konseya Ewlekariya Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) emaileke hildigire. Katharine Gun, ji ber vê bûyerê bi sîxurî re tê tawanbar kirin û wê ji bo azadiya xwe bikeve hewl û têkoşînekê.

Fîlmê “Official Secrets” qala çîrokeke rastîn dike û ji romana “The Spy Who Tried to Stop a War: Katharine Gun and the Secret Plot to Sanction the Iraq Invasion” yên Marcia Mitchell û Thomas Mitchellî ve bo sînemayê lê hate anîn. Fîlm, ji aliyê Gavin Hood ve hate kişandin û senaryoya wê jî Gregory Bernstein, Sara Bernstein, Gavin Hood pêkve nivîsandine. Derhêner Gavin Hood bi fîlmên xwe yên;  “Rendition” (2007) û “Eye in the Sky” (2015) ve tê naskirin.

“Official Secrets” / Derhêner: Gavin Hood û Senaryo: Gregory Bernstein, Sara Bernstein, Gavin Hood

Mirovên ku li bajarokê Bacurau yê Brezîlyayê dijîn, şîna Carmelitayê ku di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dabû, digrin û neviya wê Teresa ji bo terma wê tê li bajarokê û hay jê rewş û bêderfetî yên vê derê dibe. Piştî mirina Carmelitayê, xelkê bajarokê Bacurau dibînin ku bajarok li nexşeyê çûye û li vir bûyerên razdar pêk tên.

Fîlmê “Bacurau” ji aliyê Kleber Mendonça Filho û Juliano Dornelles ve hatiye kişandin û nivîsandin. Fîlm, di nav xwe de cureyên pevxistina zanistî, western û polîtîk dihewîne û li Festîvala Fîlman a Cannesê Xelata Juriyê stand.

“Bacurau” / Derhêner: Kleber Mendonça Filho, Juliano Dornelles û Senaryo: Kleber Mendonça Filho, Juliano Dornelles

Ip Man hosteyê teknîka lêkdana Wing Chun’ê ye û piştî mirina jina xwe diçe li San Franciscoya DYA’yê. Xwendekarê wî yê berê li vir dibistana hunerên lêkdanê vekiriye û vê yekê jî civata hunerên lekdanê ya xwecihê aciz kiriye.

Rêzeya Ip Man’ê ji sala 2018’ê bi vir de têne kişandin û fîlmê rêzeyê ji aliyê temaşevanên sînemayê ve gelek hate ecibandin. “Yip Man 4” ji aliyê Wilson Yip ve hate kişandin ku senarîstên fîlmê Tai-lee Chan, Hiroshi Fukazawa, Lai-Yin Leung, Edmond Wong in.

“Yip Man 4” / Derhêner: Wilson Yip û Senaryo: Tai-lee Chan, Hiroshi Fukazawa, Lai-Yin Leung, Edmond Wong

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: