Jurîya Metrajdirêj a 29emîn Festîvala Fîlman a Gûzîka Zêrîn a Edeneyê hate eşkerekirin
29emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Gûzika Zêrîn îsal wê di navbera dîrokên 12-18ê meha Îlonê de bê lidarxistin. Endamên jurîya Pêşbirka Fîlmên Metrajdirêj a Neteweyî yên festîvalê diyar bûn û îsal derhêner û senarîstê navdar Ozcan Alper bû serokê jurîyê.
Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ve tê li darxistin ku îsal cara 29emîn derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê. Serok û endamên jurîya Pêşbirka Fîlmên Metrajdirêj a Neteweyî hatin eşkerekirin, îsal derhêner û senarîst Ozcan Alper weke serokê jurîyê hate hilbijartin û di navbera endamên jurîyê de; çêkera fîlman Julia Sinkevych, lîstikvan Nazan Kesal, lîstikvan Levent Ozdîlek, derhênerê dîmenê Gokhan Atilmiş, nivîskar û akademîsyen Prof. Dr. Umut Tumay Arslan û bestekar Fahir Atakoglu cih digirin.
Fîlmên Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn a Edeneyê dê di pêşbirkên Fîlmên Metrajdirêj, Kurtefîlm, Belgefîlm, Kurtefîlmên Xwendekaran û Kurtefîlmên Edeneyê de bikevin pêşbazîyê. Di bernameya festîvalê de nîşandayîna fîlmên sînemaya cîhanê, beşa sînemaya zarokan, hevpeyvîn û xebatên kargehan jî hene.
Hate ragihandin ku pêvajoya serîlêdanê ya beşa metrajdirêj didome û sînemager heta dîroka 10ê Gelawêjê dikarin fîlmên xwe bigihînin li festîvalê.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com