Karberdana Lîstikvanên Hollywoodê bi dawî bû

Karberdana lîstikvanên Hollywoodê bi pêşengîya SAG-AFTRAyê (Sendîkaya Lîstikvanên Amerîkayê) destpê kir û piştî 118 rojan bi peymaneke demborî bi dawî bû. Sendîkaya lîstikvanan û nûnerên sektorê yên Hollywoodê li hev kirin.

Karberdana lîstikvanan çend meh in li Amerîkayê didome û piştî 118 rojan bi peymaneke demborî bi dawî bû. Hate eşkerekirin ku Sendikaya Lîstikvanên Amerîkayê û Yekîtîya Çêkerên Fîlmên Sînemayê û Televîzyonê (AMPTP) di mijara peymaneke nû de li hev kirine. 160 hezar lîstikvanên Hollywoodê endamên sendîkayê ne ku ji ber biryara SAG-AFTRAyê dê di demeke nêz de bikevin hilbijartinê. Kêşana fîlm û rêzefîlman dê ji nû ve destpê bikin. Peymana nû ji alîyê Komîteya TV û Şanoyê ya SAG-AFTRAyê ve hatiye pejirandin û piştî dengdayînê wê bikeve meriyetê. (Çavkanî: Beyaz Perde)

Lîstikvanên sendîkayê wekî senarîstan bi daxwazên li hember hişê çekirî ewlehîya karê û muçeyê dest bi grevê kirin. Heta niha 11 hezar û pêncsed senarîst û bi deh hezaran lîstikvan tevlî karberdanê bûne. Senarîstên sektorê di sala 2007ê de jî dest bi karberdanê kiribûn û 100 roj berdewam kiribû. Karberdanên senarîst û lîstikvanên Hollwoodê bandoreke mezin li sektorê kirin, gelek projeyên sektora fîlm û rêzefîlman a Hollywoodê ji ber karberdanê hatin sekinandin an jî hatin bi paş ve xistin.

Karberdana Hollywoodê di meha Gulanê de ji alîyê nivîskar û senarîstên Amerîkayê ve destpê kir, pişti vê biryarê gelek lîstikvanên navdar ên sektora fîlm-rêzefîlman piştgirî dan grevê û sendîkaya lîstikvanan a SAG-AFTRAyê jî ji ber şert û mercên jiyanê li Los Angelesê dest bi karberdanê kir. Di Îlonê de ragihandin ku nivîskar-senarîstên sektorê û pargîdanîyên fîlman li hev kirine.

Çi qewimîbû?

Komeleya Lîstikvanên Perdeya Spî ya DYAyê  (SAG-AFTRA) û Hunermendên Radyo û Televîzyonê yên Amerîkayê (AMPTP) ku nûnerîya gelek pargîdanîyên çêker ên fîlm-rêzefîlman ên Amerîkayê dike, li hev nekiribûn. Piştî karberdana senarîstên fîlm û rêzefîlman, sendîkaya SAG-AFTRAyê jî biryara karberdanê (grev) girt. Bi deh hezaran lîstikvanên bisendîka beşdarî li karberdanê bûn.

Senarîstên fîlm û rêzefîlman ên Amerîkayê di 2yê Gulanê de dest bi karberdanê kiribûn, pişti vê biryarê sendîkaya lîstikvanan a SAG-AFTRAyê jî ji ber şert û mercên jiyanê li Hollywoodê dest bi karberdanê kir. Serokê sendîkaya lîstikvanan a SAG-AFTRAyê Fran Dresche banga karberdanê kir.

Ji ber karberdanên senarîst û lîstikvanên fîlm-rêzefîlman, piranîya setên sektorê pênc mehan sekinî. Heta niha nêzîkî 160.000 lîstikvanên bisendîka yên Amerîkayî beşdarî li karberdanê bûn, ji ber vê yekê hemû kêşanên fîlm û rêzefîlman hatine rawestandin û bandorê li sektorên din kî kir. Hatibû ragihandin ku karberdanên giştî dê bandorê li fîlmên nû hatine kêşandin û fîlmên ku di demeke nêzîk de bikevin vîzyonê jî bike.

Xebatên ji bo danasîna fîlman hatibûn rawestandin û lîstikvanên fîlmê “Oppenheimer”ê ji ber karberdanê ji promîyera Londonê derketibûn. Lîstikvan û xebatkarên sînemayê yên Îngilîstanê jî piştgirî dan karberdanên lîstikvan û senarîst ên sektorê û pargîdanîyên fîlman lihevkirine.

senaristen-filman-u-nuneren-sektore-yen-hollywoode-li-hev-kirin

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir