Karberdanên lîstikvan û senarîstên Hollywoodê didome
Sendîkaya lîstikvanan SAG-AFTRAyê ya DYAyê û yekîtiya AMPTPyê ku nûnerîya gelek pargîdanîyên çêker ên fîlm-rêzefîlman ên Amerîkayê dike, li hev nekirin, piştî karberdana senarîstên fîlm û rêzefîlman, sendîkaya SAG-AFTRAyê jî biryara karberdanê (grev) girt. Bi deh hezaran lîstikvanên bisendîka beşdarî li karberdanê bûne.
Senarîstên fîlm û rêzefîlman ên Amerîkayê di 2yê Gulanê de dest bi karberdanê kiribûn, pişti vê biryarê sendîkaya lîstikvanan a SAG-AFTRAyê jî ji ber şert û mercên jiyanê li Hollywoodê dest bi karberdanê kir. Serokê sendîkaya lîstikvanan a SAG-AFTRAyê Fran Dresche banga karberdanê kir.
Ji ber karberdanên senarîst û lîstikvanên fîlm-rêzefîlman, piranîya setên sektorê sekinîne. Heta niha nêzîkî 160.000 lîstikvanên bisendîka yên Amerîkayî beşdarî li karberdanê bûne, ji ber vê yekê hemû kêşanên fîlm û rêzefîlman hatine rawestandin. Hate ragihandin ku karberdanên giştî dê bandorê li fîlmên nû hatine kêşandin û fîlmên ku di demeke nêzîk de bikevin vîzyonê jî bike.
Biryara karberdanê yên lîstikvanên fîlm û rêzefîlman hefteya borî hatibû eşkerekirin. Xebatên ji bo danasîna fîlman hatin rawestandin û lîstikvanên fîlmê “Oppenheimer”ê ji ber karberdanê ji promîyera Londonê derketibûn. Lîstikvan û xebatkarên sînemayê yên Îngilîstanê jî piştgirî dan karberdanên lîstikvan û senarîst ên Amerîkayê.
Çavkanî: Film Hafızası
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com