Kargeha Rastiya Ferazî dest pê dike

Kargeha Rastiya Ferazî bi piştgiriya fona ‘Kültür İçin Alan’ re wê li bajarên Amed, Êlih û Mêrdînê bê li darxistin û ji bo mirovên ku bi sînema, vîdyo û hunerên dîtbarî re eleqedar dibin dê dersên Rastiya Ferazî bidin.

Kargeha Rastiya Ferazî (Sanal Gerçeklik Atölyesi) dê bi koordînatoriya derhênerê kurd Alî Kemal Çinar û bi piştgiriya fona ‘Kültür İçin Alan’ re bê li darxistin û fêrmendên wê jî Denîz Tortûm, Anna Maria Aslanoglu û Emre Yeksan in. Armanca kargehê ev e ku ji bo hilberînên mirovên ku bi sînema, vîdyo û hunerên dîtbarî re eleqedar dibin, bibe alîkar.

Di çarçoveya Kargeha Rastiya Ferazî de dê berhevokên fîlmên Rastiya Ferazî bêne nîşandan û di derbarê vê mijarê de hin agahî bi riya vîdeo-konferansê ji bo beşdarvanên kargehê hatine amade kirin. Beşdarvanên kargehê dikarin bi çêkirina sepanî û bernameya kişandinê re fîlmên xwe yên Rastiya Ferazî bikişînin ku dê di dawiya kargehê de van fîlman bêne nîşandan.

Serîlêdanên ji bo Kargeha Rastiya Ferazî dê heta 15’ê mehê bidome û divê beşdarvan bi asta bingehîn wêne, vîdyo û pevbestîn zanibin. Kontenjana kargehê 20 kesan e.

Ji bo agahî: twitter/wrgerceklik

Nûçe – Sînemaya Serbxiwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: