Kargeha Sînemayê di Rêbendana 2024ê de destpê dike
Kargeha Sînemayê ji alîyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve di beşên bingehîn ên hunera heftemîn de bi Kurdî hatiye amade kirin ku pêvajoya serîlêdanê ya kargehê di 25ê mehê de destpê kir û dê heta 25ê Berfanbarê bidome. Hate eşkerekirin ku Kargeha Sînemayê wê 6ê Rêbendana 2024ê de bê lidarxistin.
Kargeha Sînemayê bi Kurdî ye û ji 6 beşên Senaryo, Pevbestin/Pevxistin, Sînematografî, Xwendina Fîlman, Dîroka Sînemayê, Çelengsazî (Estetîk) pêk tê. Hin dersên kargehê weke onlineê jî hatine amadekirin, perwerdehîya sînemayê him teorîk e him jî ji xebatên pratîk pêk tên. Derhênerên fîlman jî dê beşdarî kargeha sînemayê bibin.
Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve tê lidarxistin û komeleya sînemayê di heman demê de pirtûkên sînema û hunerê amade dike û diweşîne.
Ji bo têkilî û agahî: instagram.com/komeleyasinema
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com